Sancar: 2022 ji bo me wê bibe sala serketinê

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Bi têkoşîna hevpar divê em vê keştiyê bigihînin bendera aştî, edalet û demokrasiyê. 2022 wê ji bo me bibe sala serketinê."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di civîna koma xwe ya partiyê de mijarên di rojevê de ne nirxand.

Sancar got, "Li vî welatî her roj darbeyeke nû rû dide. Ev darbe carna siyasî ye, carna civakî, carna aborî ye, lê rojek bêyî darbeyê nabe. Desthilatdariya siyasî di wê baweriyê de ne ku tenê bi polîtîkayên darbeyê dikare li ser piyan bimîne û vê rêbazê jî heta dawiyê bi kar tîne. Doh bi şev operasyoneke nû ya darbeyê pêk hat. Desthilatdariya siyasî ku îdîa dike di mijara aboriyê de modeleke nû bi cih tîne, ragihand ku tedbîrên nû wergirtiye. Buhayê dolar, dowîz û zêr her roj bi rengekî awarte zêde dibe. TL bi rengekî awarte bêqîmet dibe. Ekonomîst sedemên vê yekê eşkere dikin, lê belê desthilatdarî bi israr polîtîkaya xwe dewam dike."

Sancar bi bîr xist ku di mijara mafên mirovan de jî zilm û zordarî dewam dike û got, "Em vê zilma van bi bîr bînin û bidin bîranîn ku karibin hesabê wê bipirsin. Û paşerojê jî li ser edalet û aştiyê ava bikin."

Sancar bal kişand ser Komkujiya Roboskî û got, "Ji wan heye ku wê hesabê Roboskî ji dîwanê re bimîne, lê belê beriya dîwanê gel heye."

Mîthat Sancar qala têkoşîna HDP'ê ya sala 2021'ê kir û got, "Me hemûyan got, 'Em HDP'î ne'. Bi amadekariya deklarasyona Banga ji bo Demokrasiyê em bi rê ketin. Bi rûspiyan, rêxistinên civakî yên sivîl re me deklarasyona xwe nirxand, nexşeya xwe ya rê di 27'ê Îlonê de pêşkêşî civakê kir. Em dixwazin ku bi beşên cuda yên civakê re li ser armanca hevpar li ser demokrasî û edaletê hevkariyê bikin. Vê yekê jî bi hevkariyeke berfireh a derdorên berfireh ên têkoşîna demokrasiyê em ê bi ser bixînin. 2022 wê bibe salek ku em ê bi ser bikevin. Bila kes bêhêvî nebe, xemsar nebe."

Mîthat Sancar destnîşan kir ku ev desthiladarî dijminê gel e, dijminê edaletê ye, dijminê hevpariya gelan e.

Sancar di dawiya axaftina xwe de sala nû pîroz kir û got, "Bang li gelên me, ciwanan, kedkaran, jinan, tevahiya civakê dikim; werin em bi hev re bimeşin. Hêvî bi têkoşînê dibe, piştevanî jî hêviyê xwedî dike. Eger hûn rûnên û bi reşbînî tevbigerin, cihê ku hûn biçin wê bêhêvîtî be. Mafê kesî nîne ku bi vî rengî tevbigere. Ev welat ê me hemûyan e. Em ê bi hev re bi ser bikevin. 2022 wê ji bo me bibe salek ku em ê bi hev re bi ser bikevin."