Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Rûsyayê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên li Adigeyê dijîn, bi civînekê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin.

Kurdistaniyên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê dijîn, ji bo pîrozkirina pêncemîn salvegera Şoreşa Rojava civînek lidar xistin. Civîn li hewşa Navenda Çanda Kurd a Adigeyê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Alîkarê Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Xwedêda Ahmet di civînê de li ser wate û girîngiya rojê axivî.

Ahmed diyar kir, gelê Kurd şoreşa herî bi wate ya cîhanê pêk aniye û got, "Roja 19'ê Tîrmeha 2012'an dema ku Kurdan xwe li Rojava bi rêxistin kirin û ji bo diyarkirina çarenûsa xwe dest bi têkoşînê kirin, her kesî henekê xwe bi wan dikir û bawer nedikirin ku wê bi ser bikevin. Halbûkî Şoreşa Rojava niha ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo hemû gelên herêmê bûye hêviyek. Ev şoreşa ku gav bi gav herêmê rizgar dike, dibe ku şoreşa herî bi wate ya cîhanê be."

Ahmet di dewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana 14'ê Tîrmehê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: "14'ê Tîrmeha 1982'an Kurdan li zindana Amedê yekem destana berxwedanê nivîsandin. Îro şopdarên wê berxwedanê ne tenê li Rojava, lê li çar parçeyên Kurdistanê bi berxwedaneke mezin siberoja Kurdistanê diyar dikin. Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî, ji bo vê berxwedanê bişikîne bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd dixwaze Kurdan bê bandor bike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û azadiya Kurdistanê divê em têkoşîna xwe xurtir bikin."

Piştre beşdarên civînê jî axivîn, şoreşa Rojava silav kirin û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.