Salih Muslîm li Fînlandyayê bi awayek payebilind hat pêşwazîkirin

Salih Muslîm li Fînlandyayê bi awayek payebilind hat pêşwazîkirin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm û heyetek Kurdan 26’ê cotmehê serdana sazî û rêxistinên Fînlandî kir. Hatina Fînlandiya ya Salîh Muslîm ji bo rewşa giştî li Sûriyeyê û bi taybetî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ragihîne sazî û dezgehên Fînlandî ye.

Heyeta PDY’ê destpêkê serdana komela mafê mirov ya Parlamentoya Fînlandiya kir û li wir bi Seroka Koma Mafê Mirovan a Parlementoya Fînaldiyayê Elisabeth Naucler, Sekreterê Grupa Mafên Mirovan ya Parlamentoya Fînlandiya Paula Moisander, Susanna Huovinen û Ilkka Kantola ji partiya SDP û Kimmo Sasi ji partiya Kokoomus hevdîtin pêk anîn.

Heyetê dûre du hevdîtin bi Tarja Kantola şêwirmendê taybet yê Wezîrê Derve yê Fînlandiya û Tero Shemeikka sekreterê peywendiyê karê derve yê partiya SDP pêk hatin.

Her wiha bi hinek rojnamevan û saziyên rojnamevanî re hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtinên bi rojnameyan re bi Seppo Peltoniemi rojnamevanê rojnama Demokraatti, Merja Isomäki ji ajansa nûçeyan a Fînlandiya STT, Katri Merikallio ji govara bi navê SUOMEN KUVALEHTI re civiyan. Di dawiya hevdîtinan de heyeta bi Salîh Muslîm re bi alîkarê serokê komiteya karên derve Pertti Saloinen re civiyan.

Di hevdîtnande diyar bû ku Fînlandiya mereqek mezin nîşanî rewşa Suriyeyê dide, lê agahiyên ku hene piranî yên ku derve girtine û wan agahiyan de rewşa Kurda nehatiye behskirin û dengê Kurdan nîne, û bi hatina Muslîm dengê Kurdan gehîşt wan û ew bi wê yekê kêfxweş bûn.

Muslîm daxaza Kurdan a mafên demokratîk anî ziman û got: “Divê mafên Kurdan di hêla siyasî, çand, perwerdeyî û parastinê di zagona bingehîn de were nivîsandin.” Muslîm modela xweseriya demokratîk ji Finlandiya re vekir û siyasetvanên Fînlandî bi pozîtîf nêzîk bûn, lê gumanên xwe di hêla prtaîkbûnê de jî anîn ziman. Salîh Muslîm jî da xuyakirin ku ew ne tenê di teorî de mane niha li Rojavayê bi pratîk sîstema xweseriya demokratîk didin meşandin.

Muslîm giringî da siyaseta tevahî welatên Îskandînaviya di navda jî Fînlandiya û pêşniyar kir ku Fînandiya jî rola xwe ji bo aşitî û demokrasî yê li Sûriyeyê û Rojava bilîze her wekî çawa pir caran ji bo welatên din jî kiriye.

Di dawiya rojê de jî pîlana wan a pêkanîna civîna gel yên Kurdên Fînlandiya heye.