Sakik der barê nivîskarên ku heqeret lê kirin de serlêdana sûc dike
Sakik der barê nivîskarên ku heqeret lê kirin de serlêdana sûc dike
Sakik der barê nivîskarên ku heqeret lê kirin de serlêdana sûc dike
Parlamenterê BDP’ê Sirri Sakik der barê nivîskarê rojnameya Sabahê Hasan Celal Guzel û nivîskarê înternet haberê Gokhan Kopuz de ji ku heqeret lê kirine û biçûk xistine serlêdana sûc kir. Parêzera Sakik, Zeynep Ceren Boztoprak got di rojê pêş de dê tazmînata manewî vebikin û diyar kir ku nêzîkatiya çapemeniya ku kurdan û tevgera kurdan cuda dibîne, bêtehemuliya li hemberî kurdan nîşan dide.
Parlamenterê Muşê yê BDP’ê Sirri Sakik di Lijneya Giştî ya TBMM’ê de di axaftina xwe ya bertekên li dijî gotina ‘Kurdistan’ de ji bo parlamenterên AKP û serokwezî gotibû; Hunê biçin Amedê bêjin Kurditan’ û hêj axaftina xwe bi dawî nekiribû, parlamentera AKP’ê ya Amedê Oya Eronat rabû û got; Derewan neke, wisa negot, behsa Iraqê kir’. Li dijî vê gotinê Sakik gotibû; Tu hişbe jina ku keyfa êşê dikişîne.’ Di 11 Kanûnê de nivîskarê Sabahê Hasan Celal Guzel û nivîskarê înternet haberê Gokhan Kopuz ev dîaloga navbera Sakik û Eronat de wiha girt dest.
Guzel û Kopuz di nivîsa xwe de hemû gotinên ku nirxên etîk binpê dike bikaranîn. Sakik ji bo gelek gotinên wekê ‘terorîst, sapik, ne mirov, sewalê hatiye perwerdekirî, dehba’ ku ji mirovahiyê dur, der barê Guzel û Kopuz gilî kir.
Sakik di serlêdana ku li dozgeriya komarê ya Enqereyê kiriye de der barê Guzel û Kopuz de bi sûcdariya ku ‘heqeret kirine’ doz vekir.
Parêzera Sakik Ceren Boztoprak got nivîsa Kopuz êrîşekê teşkîl dike û got: “Birêz Sakik di jiyana xwe ya siyasetê ya 40 salî de ji bo ku azadiya fikr û ramanê ji bo her kesî li her qadê bê nasîn têkoşîn û li dijî gotin û çalakiyên muktedîr sekiniye. Her tim diyar kiriye ku ev azadî divê di qada çapemenî û siyasetê de zêdetir pêk bê. Ji ber vê jî ne li dijî bikaranîna siyasetê bûye.”
BI ROJNAMEGERÎ Û ETÎKÊ RE ELEQEYA WÊ NÎNE
Boztoprak da zanîn ku nivîsên mijara gotinê ne di warê hiqûqê de tu eleqeya wê bi azadiya fikr û ramanê nîne û got: “Ne nivîseke rexneyê ya ku bi fikarên wêjeyî an jî polîtîk û akademîk hatiye nivîsine. Tişta mijara gotinê ye şeref, rumet û rêzdariya birêz Sakik e. Nivîs nivîseke heqeretwariye. Êrîşê teşkîl dike. Bi gotinên nefretê raste rast hedef hatiye nîşandan. Ligel binpêkirina mafan ewlehî jî xistine xetereyê.
BI GOTINA NEFRETÊ RE BIÇÛKXISTIN Û ŞÎDETÊ TEŞWÎQ DIKE
Boztoprak da zanîn ku Sakik kurde û parlamenterê BDP’ê ye û wiha pê de çû: “Ji ber nasnameya xwe bi vê axaftina xwe bûye hedefa Guzel. Xwediyê nivîsê di şexsê muvekîlê min de gelek hedef girtiye û bûye xwedî helwesteke kîndar.Zîhniyeta ku kurdan wek îlker dibîne, li dijî têgeha ‘Kurdistanê’ jî bê tehemule.
DIVÊ ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ ALÎGIRÊ AŞTIYÊ BE
Boztoprak got çapemenî hêza çaremîn ya cîhanê ye û got. “Di pevajoya têkoşîna gelê kurd de, tişta hat hîn kirin; çapemenî xwedî hêzeke mezin û bi bandore. Di vê pêvajoya aştiyê de ji bo başiya pêvajoyê, ji bo berpirsyariya çapemeniyê gelek tişt hatine gotin. Çapemenî divê li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere, zimanekî erênî bikarbîne.
Boztoptak diyar kir ku di rojên pêş de dê der barê Guzel û Kopuz de ji ber ku heqeret li Sakik kirine dê doza tazmînatê ya manewî vebikin.