Sadr nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker da
Lîderê Tevgera Sadr a Iraqî Muqteda Es Sadr got, eger êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam bike, wê bêbersiv nemînin.
Lîderê Tevgera Sadr a Iraqî Muqteda Es Sadr got, eger êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam bike, wê bêbersiv nemînin.
Lîderê Tevgera Sadr Muqteda Es Sadr li ser êrişên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku li Başûrê Kurdistanê dike, li ser Twitterê daxuyaniyek da.
Sadr diyar kir, êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêma Kurdistanê binpêkirina mafê serweriyê yê Iraqê ye û şermezar kir.
Sadr got, eger êriş dewam bikin wê bêdeng nemînin û bang li dewleta Tirk kir ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike.
Sadr her wiha anî ziman ku ew amade ne tevkariyê li çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên demokratîk û diyalogê bikin.