Dayikên Aştiyê bi Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan re civiyan

Dayikên Aştiyê yên ku serdana partiyên siyasî didomînin, bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re civiyan.

Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan serdana partiyên siyasî dikin,  bi Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan re civiyan.

Di civîna ku li Navenda Giştî ya DEM Partiyê pêk hat de ji şandeya Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun beşdar bûn. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî bi Dayikên Aştiyê re bûn.

Piştî hevdîtina ku bi qasî saetekê dom kir, Dayikên Aştiyê laçika spî diyarî Bakirhan kirin.