Dayikên Aştiyê di serdana AKP’ê de daxwaza aştiyê dubare kir
Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê serdana Koma Meclisê ya AKP’ê kir. Dayikên Aştiyê daxwaza aştiyê dubare kir û laçika spî diyarî AKP’ê kir.
Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê serdana Koma Meclisê ya AKP’ê kir. Dayikên Aştiyê daxwaza aştiyê dubare kir û laçika spî diyarî AKP’ê kir.
Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan serdana partiyên siyasî dike. Serdana dawî ya Dayikên Aştiyê li gel AKP’ê pêk hat.
Şandeya Dayikên Aştiyê ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî bi Heyeta Dayikan re tev li serdanan dibin.
Dayikên Aştiyê di serdanê de li gel Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler, Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdulhamît Gul, parlamenterê Rihayê yê AKP’ê Cevahîr Asuman Yazmaci û parlamentera Stenbolê ya AKP’ê Şengul Karsli re rûniştin.
Dayikên Aştiyê daxwaqza aştiyê dubare kir û laçika spî diyarî AKP’ê kir.