Rêveberiya girtîgehê nameya Hevşaredar Nûriye Arslan desteser kir

Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Bunyan bi hinceta "fikaredar e" dest danî ser nameya ji Hevşaredara Akdenîzê Nûriye Arslan re hatibû şandin.  

Hevşaredara Akdenîz a Mêrsînê Nûriye Arslan di 13’yê Çileyê de li navçeya Akdenîzê hate binçavkirin û li şûna wê qeyûm hate tayînkirin. Sendîkaya Kedkarên Şaredariyê û Xizmetên Herêmî (TUMBEL-SEN), ji bo Nûriye Arslan ya li Girtîgeha Jinan a Bunyanê tê ragirtin, name şand. Name, ji aliyê Lijneya Disiplînê ya Girtîgehê ve bi hinceta “fikaredar e" hate desteserkirin. Lijneyê, îdia kir ku “naveroka nameyê siyasî û îdeolojîk e û ewlehiya saziyê dixe xetereyê.”  

Hate diyarkirin ku girtiyên jin ên li heman girtîgehê xwestin ji Rêber Apo re nameyan bişînin lê nameyên wan jî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatine desteserkirin.