Rusyayê 30 aktîvîstên Greenpeace girtin
Rusyayê 30 aktîvîstên Greenpeace girtin
Rusyayê 30 aktîvîstên Greenpeace girtin
Rayedarên Rûs, îdia kir ku di keştiya endamên Greenpace ya kud i 18’ê îlonê de li ber platforma gazaxwezayî ya Gazpromê bû çalakî pêk anîn, tiryak hatiye dîtin.
Di nava wan de welatiyên tirk jî hebûn nêzî 30 aktîvîst hebûn, ji aliyê Rûsyayê ve hatin girtin û rayedarên li keştiya ‘Arktîk Sunrîse’ ya aydê Greenpace ve lêgerîn kirin, îdia kirin ku morfîn, afyon û hinek tiryak girtin.
Rêveberiya Greenpace bersiv da merciyên Rûsyayê û diyar kirin ku îdiayên Rûsyayê kampanyaya reşkirinê ye û diyar kir ku morfîn di nava amûrên tibî de hatiye dîtin.
Di doza ku li dadgeha bajar a Murmansk hat dîtin de ji 18 welatî 30 çalakger ji sûcê korsaniyê bi 15 sal ceza tên darizandin. Berdevkê Komîsyona lêpirsîna Rûsyayê Vladîmîr Markîn da zanîn ku dibe ku gelek cezayên giran li çalakgeran bê birîn.
Serokê rêxistina Greenpeace Kumî Naîdoo, name ji Vladîmîr Putîn re nivîsî û daxwaz kir ku endamên wan bên berdan.