2'emîn rûnişitna doza rojnamegerên Kurd di roja duyemîn de li Sîlîvriyê berdewam dike. Li hemberî daxwaza şekir û xwê bidin rojnamegerên di çalakiya birçîbûnê de wiha bersiv hate dayîn, "Şevê şirîniya xwe digirin, xwarina xwe dixwin. Ji ber vê yekê pêwîst nîne bidinê"
2'emîn rûnişitna doza rojnamegerên Kurd di roja duyemîn de li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Stenbolê ya li Sîlîvriyê berdewam dike. Ji ber rojnamegerên duh birin Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê dereng destpê kir. Duh ji aliyê spîkerên TRT'ê 182 rupelên îdîanameyên ji salona vala hatibû xwendin. Rûniştin bi hatina rojnamegeran destpê kir. Ligel rojnameger, parêzer, xizmên rojnamegeriyan û gelek kesên din berdewam dike.
PARÊZER BERTEK NÎŞANÎ DADGER DA: EM LI KERBELAYÊ NÎNIN
Piştî tesbîta kesên bêyî girtî tên darizandin Parêzer Sînan Zîncîr mafê axaftinê girt û xwest ku beşa îdîanameya duh bêyî parêzer û rojnamegerên girtî hate xwendin careke din bêxwendin. Zîncîr diyar kir ku, divê îdîaname weke puxte na bi temamî bê xwendin û wiha got: "Em li Kerbelayê nînin. Duh ligel hemû kedên me ji girtiyan re şekir û xwê nehate dayîn. Heke têkildarî vê yekê de biryarekî dadgehê hebe bila paşve bikşîne. Ji ber ku hemû girtî di çalakiya greva birçîbûnê de û vîtamînê nagirin rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe. Dîsa ji bo girtiyan nebin Girtîgeha Kandirayê divê nivîs bên nivîsandin." Zîncîr xwest ku îdîaname ji aliyê dozgeriyê ve bê xwendin.
Serokê dadgehê piştî daxwazên Prz. Zîncîr mafê axaftinê da dozgeriyê. Dozgeriyê diyar kir ku ji bo îdîaname hêj lez û bêfêmkirin spîkerên TRT'ê dixwînin. Dozgeriyê ji bo daxwazên din ên parêzer jî takdîra dadgehê ye. Pişt re 10 deqîqe navber hate dayîn. Di navberê de rojnamegerên girtî bi malbat û rojnamegerên nûçe dişopandin re dûr jî be sohbet kirin.
ŞEKIR Û XWÊ NADIN ROJNAMEVANÊN DI GREVÊ DE
Piştî navberê dadgehê biryar beşa îdîanameyê ya ku duh hate xwedin pêwîst nîne bê xwendin diyar kirin. Dadgehê daxwazên xwendina îdîanameyê qebul nekir û dê dîsa spîkerên TRT'ê bixwînin û anî ziman ku ji bo şekir, av û xwê nedin girtiyan tu astengî tuneye. Dadgehê da zanîn ku, di vê mijarê de divê bi rêveberiya girtîgehê û leşkeran re bê axivîn.
Piştî daxuyaniyan xwendina îdîanameyê berdewam kir.