Rûniştina doza Leyla Guven hate kirin
Rûniştina doza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate kirin.
Rûniştina doza Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate kirin.
Rûniştina 3’emîn a doza derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hate kirin. Guven ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.
Guven got “Dibe ku ez ji van dosyeyan 10 salan ceza bistînim lê ji bo min tişta girîng ev e, aştî were welat. Heke wê pirsgirêkên welat çareser bibin, ez dikarim 40 salan di girtîgehê de bimînim.”
Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 6’ê Hezîranê kir.