Rûniştina Doza Kobanê hate taloqkirin

Rûniştina 4’emîn a Doza Kobanê taloqî 18’ê Cotmehê hate kirin.

Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrişî Kobanê kiribû di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de çalakiyên protestoyê hatibûn lidarxistin. Ji ber van çalakiyan li hevserokên giştî yên HDP’ê, endamên Desteya Rêvêbir a Navendî û rêveberên HDP’ê jî tê de li 108 kesan doz hatibû vekirin. Ji nav 108 kesan 20 kes hê jî girtî ne. Rûniştina 4’emîn a dozê di roja 3’an de didome.

Serokê demborî yê dadgehê ev biryar da, “Hemû mazeret hatin qebûlkirin, daxwazên verasetê yên Emîne Beyza Ustun û Zekî Çelîk hatin qebûlkirin, daxwaza kontrola edlî ya Zelîk Çelîk û Gulfer Akkaya hate redkirin, divê nivîs ji Wezareta Karên Derve were nivîsandin û bersiva biryarên 2171 û 2178 ên Neteweyên Yekbûyî were xwestin, divê ji Midûriyeta Emniyeta Enqereyê were pirsîn ka Ayşe Yagci û Cîhan Erdal di Desteya Rêveber a Navendî de yan na, ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê divê lîsteya hemû kesên di 6-8’ê Cotmehê de hatin kuştin, were xwestin.”

Heyetê bi hinceta ku 20 kesên girtî di rewşa wan sûc de tu guherîn tune, divê girtî bin.

Heyeta dadgehê rûniştin taloqî 18’ê Cotmehê kir. Wê rûniştina dozê bi awayê du hefteyan bidome.