Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve hatiye destpêkirin di roja 63'an de berdewam dike. Li Girtîgeha Tipa F ya Kurkçulerê girtiyan diyar kir ku, ruhê 14'ê Tîrmehê ji nû ve zindî dibe.
Çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên ku di 12'ê Îlonê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yê demokratîk û zimanê zikmakî dest bi greva birçibûnê kiribûn di roja 63'an de berdewa dike. Girtiyên Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê jî bi nameyekê biryara xwe û armanca xwe anîn ziman.
Murat Gul diyar kir ku, gelek sedemên ku têkevin grevê hene. Gul da zanîn ku salek û nîve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrida giran tê meşandin û hemû mafê gelê Kurd tê înkarkirin. Gul da zanîn ku, vîna wan di bin tecrîdê de be û her tiştê wan tê înkarkirin wê demê hebûna wan ya fîzîkî bê wate ye.
'EM RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ JI NÛ VE ZINDÎ DIKIN'
Bariş Yigît jî diyar kir ku, ji ber tê zanîn ku gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Ocalan yek pare ye 13 salin li ser Ocalan tercida herî giran tê meşandin. Yîgît da zanîn ku, 15 mehin Ocalan di bin tecrîda herî giran de tê hiştin û ev yek nayê qebûl kirin. Gul da zanîn ku, ew bi vê çalakiyê ruh û mejiyê 14'ê Tîrmehê ji nû ve zindî dikin.
Abdurrahman Çinar jî da zanîn ku, êdî ji ber sebra wan nemaye kevirê sebrê perçe bûye û dest bi greva birçîbûnê kirine. Çinar da zanîn ku, tenê daxwazek wan heye û ew jî azadiya Ocalane.
Mehmet Şahin jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Ev çalakiya ku ez dikim ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurde. Ev ji bo me şerefek gelek mezine. Bila her kes bizane ku heta tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî nebe dê çalakiya me berdewam bike.
'ÇALAKÎ ISRARA AZADIYÊ YE’
Girtiyên bi navê Mehmet Dal, Cengiz Nergiz, Kenan Yildizbakan, Harun Onemlî, Ýsa Kilvan, M. Haşim Dolek, Ahmet Bagdu, Mehmet Erbey, Azîz Kiliç, Yilmaz Kahraman jî diyar kirin ku tenê daxwaza wan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya gelê Kurde.
Girtiyan anîn ziman ku, divê êdî ew baş dersê ji dîrokê derxin û destûr nedin ku dîrok xwe dubare bike. Girtiyan da zanîn ku, dîrok ji bo azadiya gelê Kurd berpirsyariyek mezin dide ser milê wan û divê ew li hemberî vê dîrokê berpirsyariya xwe rast bibînin. Girtiyan da zanîn ku, ev berpirsyariya wan de ziman, çand, nasname û rêberê Azad bîne û bi xwe re gelê Kurd azad bike. Girtiyan destnîşan kir ku, Ocalan rûmeta wane û ew nekarin bê rûmet bijîn. Girtiyan daxuyand ku, ew ji bo jiyanek bi rûmet pêwîst be dê canê xwe jî bidin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd di şopa Mazlûm Doganan de amadene ku canê xwe bidin.
Girtiyan bilêv kir ku, li hemû zindanan çalakiyan bi ruhê 14'ê Tîrmehê destpê kiriye û ew 2'emîn ruhê 14'ê Tîrmehê ji nû ve zindî dikin. Girtiyan destnîşan kir ku heta Ocalan bigehije azadiya xwe dê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiyan daxuyand ku bi qasî ew di oxira jiyanê de bimirin ji jiyanê hez dikin û wiha gotin: "Misogeriya aşti azadî û wekheviyê Rêber Apo ye."