Rojnameya Sabahê meleyê emniyetê deşîfre kir!

Rojnameya Sabahê meleyê emniyetê deşîfre kir!

Rojnameyên alîgirên cemaat û dehilatdariyê ku muxalîfên çep û kurd hedef digirin, vê carê hevkarên xwe kirin hedef. Rojnameya Sabahê nasname û wêneyê polîsê ku tê îdiakirin ku meleyê cemaatê yê emniyetê ye weşandin.

Rojnameya Sabahê ku nêzîkatiya xwe ya AKP’ê tê zanîn, wêneyê Osman Hîlmî Ozdîl ku heta niha ji bilî agahiya ku meleyê cematê yê emniyetê ye, tu tiştek tuneye, weşand.  Ji ber ku ji Edeneyê bi navê Omerî Kozaniyê tê zanîn ku hat îdiakirin ku lîderê veşartî yê Cemaatê yê emniyeta Fetullah Gulene.

 Li gorî nûçeya Abdurrahm Şîmşek û Ferhat Unlu  pîşeya Ozdîl sîgortevaniye.

LÎDERÊ DEWLETA PARALEL E

Rojnameyê diyar kir ku Ozdîl ‘lîderê dewleta pararlel e’ û  got ev kes li StenboLê dijî û dem bi dem diçe Enqereyê.

Rojnameyê da zanîn ku têkiliyên wî yên esrarengîz ku tu eleqeya wan bi sîgortevaniyê tuneye heye.

Her wiha rojnameyê, plakaya wesayîta Ozdîl, ev wesayît qeydê ku derê ye, mala wî li ku eye, saet di çendan de ji malê derdikeve û çawa tevdigere nivîsî; Li gorî qeydên nifûsê Ozdîl di 5’ê kanûna 1968’an de li Kozan a Edneyê ji dayik bûye, qeydê nifûsa taxa Mahmutlu ye. Di 1993’an de zewiciye û 4 zarokên wî hene.

MÎMARÊ OPERASYONÊN KCK’Ê YE!

Li gorî rojnameyê li gorî çavkaniya bawer, Ozdîl ji operasyonên Ergenekonê û şûnde, mîmarê operasyonên daraz-ewlehî ya der barê pêvajoya Balyoz, KCK û Osloyê ye.