Rojnamevanên hatine girtin: Ji dêvila îfadeyê şîroveya dozger esas hate girtin
Rojnamevanên Kurd ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê û şîroveya dozger hatin girtin.
Rojnamevanên Kurd ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê û şîroveya dozger hatin girtin.
Midûra Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, nûçegihên MA'yê Denîz Nazlim, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Emrûllah Acara û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku di 25'ê Cotmehê de hatibûn destgîrkirin, şev nîvê şevê sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Nûçegihana MA'yê Zemmo Aggoz û Mehmet Gunhanê ku demekê li buroya Enqereyê ya MA'yê stajerî kiribû jî bi kontrola edlî û bi şertê hepsa malê hatibûn berdan.
Ji ber êşkenceya di dema nezaretê de li midûriyeta polîsan dewam kiribû, rojnamevanan li dozgeriyê îfade daye. Di lêpirsîna li dozgeriyê de, ji rojnamevanan nûçeyên ku çêkirine, hevdîtina wan a bi çavkaniyan re, parvekirinên wan ê li ser medyaya dîjîtal, hevalên wan ên xebatê û gerên wan hat pirsîn. Rojnamevanan di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de gotin ku ji ber êşkenceyê li midûriyeta polîsan îfade nedane.
Dozger ji nûçegihana Jinnewsê Oznûr Degerê pirsiye ku nûçeyên têkildarî qetilkirina ferdên malbata Dedeogûllariyê yên li navçeya Meramê ya Konyayê ji aliyê Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin, bi kîjan hincetê çêkiriye. Her wiha parvekirinên Degerê yên li ser medyaya dîjîtal ên têkildarî talankirina daristanên Kurdistanê jî wekî hinceta girtinê hatiye nîşandan.
Ji Midûra Karên Nivîsê ya MA'yê Dîren Yûrtseverê jî hevalên wê Denîz Nazlim û Emrûllah Acar hatine pirsîn. Her wiha weşanên zindî yên ji bo MA'yê jî sûc hatine hesibandin.
Ji nûçegihana Jinnewsê Habîbe Erenê jî hatiye pirsîn ku ji bo di ajansê de bixebite talîmat ji kê stendiye. Erenê jî ji bo parvekirinên xwe yên li ser medyaya dîjîtal gotiye di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ne û ji bo di ajansê de bixebite ji tu kesî talîmat nestendine. Dozgerê ku weşanên televîzyonê yên derbarê qetilkirina Endama Navenda Akademiya Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarselê de ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatibû qetilkirin jî sûc hesibandiye û ji Erenê pirsiye ku ji bo van weşanan talîmat ji kê stendiye.
Piştî ku Erenê îtiraz kir ku têgehên ji devê wê derneketine neyên tomarkirin, dozger îfade temam kir û zabitname neda îmzekirin.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê rojnamevan sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê ji dêvila îfadeyên rojnamevanan, şîroveyên dozger esas hatin girtin û rojnamevan li gor van şîroveyan hatin girtin.