Tirkiye di warê girtina rojnamevanan de şampiyonê cîhanê ye. Binpêkirinên mafên azadiya çapemeniyê û rewşa rojnamevanên girtî careke din di rojeva Parlementoya Swêdê de bû.
Parlementera Partiya Karkerên Sosyal-Demokrat a Swêdê Carina Hägg, bi daxwaza Wezîrê Derve yê Swêdê Carl Bildt bibersivîne, pêşnûmeyek pêşkêş kir. Di pêşnûmeyê de hate diyarkirin ku li gorî malpera Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) ya ku ji bo mafên rojnamevanan têdikoşe li Tirkiyeyê zêdetirê 70 rojnamevan girtî hene.
Hägg ji Bildt pirsa “Gelo hûn dê di çi astê de piştgiriyê bidin xebatên EFJ’yê?” pirsî.