Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

Yek ji kedkarên Çapemeniya Azad rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol di temenê 73 saliyê de jiyana xwe ji dest da.

ROJNAMEVAN-NİVÎSKAR HUSEYÎN AYKOL

Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnamevan Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da.

Aykol,di 14'ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê.

Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çûbû ser mejiyê wî û di beşa çavdêriya awarte de dihat dermankirin.

Aykol li qada rojnamevanî û weşangeriyê 51 sal li pey xwe hiştin, 36 salên xwe fedayê Çapemeniya Azad kir.