Rojnamevan Mehmet Emin Yildirim jî dest bi çalakiya birçîbûnê kir

Rojnamevan Mehmet Emin Yildirim jî dest bi çalakiya birçîbûnê kir

Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat Mehemet Emin Yildirim ku di Girtîgeha Kandira ya Kocelî de ye jî dest bi greva birçîbunê ya bê dem û bêdorveger kir. Hêjmara girtiyên ketin greve derket 6'an.

Çalakiya birçîbûnê ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve 12'ê Îlonê destpêkir ket roja 43'an. Çalakiya ku ji bo sererast kirina mercên tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk hate destpêkirin her ku diçe belav dibe.

Çalakiya ku heta niha 5 rojnamevanên Kurd ketibûnê, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Azadiya Welat rojnamevan Mehmet Emin Yildirim jî tevlî greva birçîbunê ya bê dem û bêdorveger bûn. Rojnamevan Yildirim daxwaznameya xwe ya ku tê de daxwazên xwe aniye ziman ji Wezîrê Dadê re şand.

HÊJMARA ROJNAMEVANÊN KETIN ÇALAKIYA BIRÇÎBÛNÊ GIHA 5’AN

Xebatkarên çapemeniyê yên ku di zindanan de ne ew jî piştgirî didin greva birçîbunê ya ku ketî roja xwe ya 43. Midûra karên nivîskî ya DÎHA'yê Fatma Koçak yaku li zindana Bakirkoy, edîtora rojnameya Gûndem Ayşe Oyman û xebatkara DÎHA'yê Pervîn Yerlikaya Babir, Nûçegîhanê DÎHA' yê Şirnexê Faysal Tûnçê ku li zindana Kalkandereye ya Rîzeyê ye, berpirsê giştî yê weşana Azadiya Welat yê berê û Edîtorê DÎHA'yê Tayîp Temel yê ku di girtîgeha Tîpa D ya Amedê deye greva bêdem û bêdorveger berdewam dikin. Koma ku di 12'ê Îlonê de dayî destpêkirin û di nava wan de rojnamevan Tayîp Temel jî cihê xwe digirt, rewşa Temel û 14 hevalên wî her ku diçe berbi xirabiyê ve diçin. Her ku diçe dibe ku xebera mirina wan bên.