Rojnamevan Evîn Bûldan hate bîranîn
Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hate bîranîn.
Rojnamevan Evîn Bûldan li ser gora xwe hate bîranîn.
Edîtora rojnameya Azadiya Welat û Rojeva Medyayê rojnamevan Evîn Bûldan a di 2’yê Nîsana 2017’an de li Amedê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû. Bûldan di salvegera 5’emîn de li ser gora xwe hat bibîranîn. Bîranîna ji aliyê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ve pêk hat, li ser gora Bûldan a li Goristana Bajêrgê ya navçeya Gevera Colemêrgê hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî, rojnamevan û xizmên wê tevli bîranînê bûn. Bav û dayika Evînê ji ber ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn, tevli merasîma bîranînê nebûn.
Mamê Evînê, Lutfu Bûldan ji ber tevlibûna bîranînê spasiya her kesî kir û got ew ê girêdayî têkoşîna Evînê bimînin.
Rojnamevan Rabî Onver jî diyar kir ku ji bo ew xeyalên Evînê bi cih bînin dê her daîm têbikoşin û spasiya beşdaran kir.
Pişt re rojnamevan Adnan Bîlen axivî û destnîşan kir ku ew ê her daîm girêdayî têkoşîna Bûldan û şehîdên çapemeniyê bimînin û dê têkoşîna xwe bidomînin. Bîlen diyar kir ku hêj Evînê 4 salî bûye ketiye ser rêya koçberiyê û ruh û enerjiyek xurt li Amedê rojnamevaniyê kiriye û dê pênûsa evînê li erdê nehêlin û têkoşîna wê mezintir bikin. Bîlen da zanîn meşaleya ku Apê Mûsa, Gurbettelî Ersoz û cangoriyên çapemeniyê pêxistine dê geştir bikin û çapemeniya azad a Kurd tu demê li dijî zext, tundî, kuştin, girtin û bomeberana paş de gav neavêtiye û ew di şexsê Evînê de hemû cangoriyên çapemeniya azad bi bîr tînin.
Parlamenter Saît Dede jî anî ziman ku bi hezaran şagirtên cangoriyên çapemeniyê hene û ew soz didin ku dê her daîm têkoşîna wan bidomînin.
Piştî axaftinan hevpîşeyên Evînê û beşdarên din qerenfîl danîn ser gorê û bîranîn bi dawî bû.