Rojnamevan Aydin Engîn hat definkirin

Rojnamevan û nivîskar Aydin Engîn ê duh ji ber nexweşiya ku dihat tedawîkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, li Stenbolê hat definkirin.

Rojnamevan û nivîskar Aydin Engîn ê duh ji ber nexweşiya ku dihat tedawîkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Çengelkoyê ya Stenbolê hat definkirin. Li ser xwestek ango wesiyeta Engîn û ji ber şewbê merasîma cenaze bi girseyî nehat kirin. Hevjîna Engîn, Oya Baydar û lawê xwe Ekîm Engîn li ser gorê şîna xwe qebûl kirin. Xizmên Engîn, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê, gelek siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîr li ser gora wî amade bûn.

Oya Baydar axivî û spasiya kesên sersaxî jê re xwestine kir û got heval û dostên hevjînê wê wan bi tenê nehiştine.

Serokê Basin-Îşê Farûk Eren ku berê ew û Engîn bi hev re xebitîne jî destnîşan kir ku Engîn ji salên 1960’î ve ji bo têkoşîna demokrasiyê dixebitî û ew ê mirovek wiha binirx ji bîra nekin.