Rojnamevan Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
Nûçegihanê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn ê beriya 31 salan li Êlîhê ji aliyê tetîkkêşên Hîzbûllahê ve hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn.
Nûçegihanê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn ê beriya 31 salan li Êlîhê ji aliyê tetîkkêşên Hîzbûllahê ve hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn.
Nûçegihanê Rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn ê dema diçû nûçeyê di 24’ê Sibata 1992’yan de ji aliyê tetîkkêşên Hîzbûllahê ve beriya 31 salan li Êlihê hate qetilkirin, di 31’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya Goristana Çamlica ya Êlihê hate bibîranîn. Di bîranînê de rêveberên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), endamên wê, rojnamevanên li bajêr û her wiha Malbata Altûn, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Yekitî Çand û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Di Dêrguşa Şaristaniyê De Winda Kirine re (MEBYA-DER), HDP, DBP, Hevserokên Partiya Çep a Keskan û rêveberên wê di bîranînê de amade bûn.
Rêveberê MEBYA-DER’ê Ekrem Degîrmencî yê di bîranîna bi rêzgirtinê destpêkir de axivî, diyar kir ku çapemeniya azad a zextên li ser gel, êşên gel û berxwedana wî ji raya giştî ya cîhanê re radigihîne her tim di hedefa hêzên tarî de ye û anî ziman ku Altûn di bin çavdêriya dewletê de hate qetilkirin.
Rêveberê DFG’ê Hakki Boltan jî destnîşan kir ku berî ku Altûn bê qetilkirin serî li miduriyeta polîsan da ku kesên dixwazin wî bikujin hene û wiha got: “Lê desthilatê bergirî negirt û li ber deriyê mala xwe hate qetilkirin. Kesê ew kuştî bi çeka xwe ve hate girtin. Lê ev kes ji ber çeka bêruhset hate destgîrkirin. Li Saziya Tiba Edlî jî derket holê ku çek wî bikaranî ye. Lê dîsa nehate darizandin. Di bûyera ku faîl diyare de kesek nehate darizandin.”
Boltan, bi lêv kir ku rojnamevan her tim bi kuştin, destgîrkirin û girtinê re rûbirû ne û wiha berdewam kir: “Çawa ku hevalên me di salên 90’î de mirin li ber çavan girtin û rojnamevaniya xwe domand niha jî tevî hemû zextan di rojnamevanê de israr dike û kevneşopiya çapemeniyê didomînin. Pênûsê hevalê Cengîz tu caran li erdê nema û namîne.”
Piştî axaftinên hatin kirin beşdarvanan qurnefîl danîn ser goristanê, biranîn bi xwendina helbesta ku nivîskar Zubeyîr Çelîk a bi navê “Nûnerên ronahiyê û şehîdên çapemeniyê” ku ji bo rojnamevanan nivîsandiye bi dawî bû.