ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Qilifên ku artêşa Tirk a dagirker li herêma Werxelê nekarî bişewitîne û li pey xwe hişt, eşkere bû ku yê cûreyekî termobarîk e.

- Rabîa Weqas ku bira û biraziyê wî di encama êrişên xiyaneta PDK'ê de şehîd bûn, wiha axivî "Bi hezaran ciwan bi destê wan şehîd bûn. Ji bo kesên ku bi navê Kurdîtiyê tiştekî nakin nabêjim Kurd. Wê di nava xiyaneta xwe de bifetisin."

- Xebat Kuye yê ji Îngilistanê ku demeke di nava parastina Rojava de cih digire, diyar kir ku Şoreşa Rojava ji derve ve nayê fêhmkirin û got, "Medya rojavayî rastiya li vir bi têrkerî venegot. Gelekî hêja ye ku mirov bê vir û bibe parçeyek ji şoreşê. Têkoşîn û jiyana li vir ji bo cîhana rojava tiştekî nû ye."

- KOMAW'ê nerazîbûn nîşanî PDK'ê da ku hevkariyê bi faşîzma dewleta Tirk re dike û bang li saziyên Kurdistanî kir ku li dijî xiyaneta li gelê Kurd helwestê nîşan bidin, yekîtiya Kurdistanî ava bikin.

- Şêniyên Wanê bal kişandin ser buhabûna jiyanê û destnîşan kirin ku li deynkirinê jî ew nikarin debara xwe bikin.

- Kadê, destenan û nanê loş ên herêma Serhedê bi hunera jinan meha Remezanê têne çêkirin.