ROJEVA 8'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan diyar kir ku 8'ê Adarê roja serîhildana li ber koletiyê ye û got, bi sala 2022'an re jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê wê hîn bêhtir giraniyê bidin ser têkoşîna hevpar.
- Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed anî ziman ku YPJ hêza parastinê ya hemû jinan e û got, "Ti jin divê xwe bi tenê nebîne, em bi wan re ne."
- Endama Koordînasyona KJK'ê Zêrîn Rûken destnîşan kir, li gel zext û êrişên zîhniyeta bi serweriya mêr jî sedsala 21'ê wê bibe sedsala jinê û wiha got, "Pêla azadiyê ya jinê ku di 8'ê Adarê de digihêje asta herî bilind, wê biherike Newrozê."
- Gerîlayên YJA Starê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin û ragihandin ku bi saya keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna jinê gihîştiye vê astê. Bang li jin ên ciwan kirin, ku ji bo serketina şoreşê, tevlî berxwedanê bibin.
- Mîlad Qubadî yê ji Kamyaranê, li dijî pergala dagirkeriyê li pey naskirina jiyaneke nû dikeve. Jiyaneke ji ya pergalê cudatir, tenê di nava PKK'ê de dibîne.
- Endamê Komîteya Derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ Newroz Fazil bal kişand ser têkoşîna PKK’ê û got: "Têkoşîn û karê PKK'ê ji asta herêmê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbas kiriye, bûye mirovahî û cîhanî."
- Sazî û rêxistinên civaka Êzidî yên li Ewropayê 8'ê Adarê pîroz kirin û diyar kirin ku pergala dedsthilatdaran wê bi vîn û hêza jinê bê şikandin.