ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku pêvajoya heyî ji bo faşîzma netewe-dewlet a Tirk pêvajoyeke man-nemanê ye û destnîşan kir, ji bo serxistina şoreşê tenê 'wêrekî' divê.
- Hin jê di kemîneke xayin de, hinek jî bi birîndarî li nexweşxaneyê şehîd hatin xistin. Aqûbeta hinekan jî hînê nayê zanîn. Di nava 30 salan de bi hezaran fedaî bi xiyanetê hatin şehîdxistin.
- Amediyan qalê kirin, bê krîza aboriyê û bihabûn bandoreke çawa li wan dike û gotin, gelek mirov neçar dimînin ku ji ser sergo xwarinê kom bikin, gelek jî nikarin nan jî bibin malê.
- Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî anî ziman ku hesabê hilbijartinê yê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi guhertina nû kiriye, wê bi ser nekeve.
- Rêxistinên AKP'ê yên Wan û navçeyên wê, malên sersaxiyê yên li taxan kirine mîna buroyên hilbijartinê.