ROJEVA 7'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- KCK'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan pîroz kir û têkoşîna jinan silav kir.
- Serpêhatiya Îlham Omer ku di zarokatî de hate zewicandin, bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê guherî. Omer, ala ku ji Binevş Agal wergirtî 34 salan timî hilda û niha ji bo jinan hemûyan dixebite.
- Gerîlaya YJA Starê Nûjîn Guneş bang li jin û ciwanan kir ku ji bo têkoşînê berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê.
- Jinên Amedî gotin, têkoşîn û xwepêşandan divê ne tenê di 8'ê Adarê de be û destnîşan kirin ku têkoşîn divê bênavber bê meşandin.
- Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku krîza aboriyê û xizanî giran dibe, civak di bin sînorê birçîbûnê de ye. Amediyan diyar kirin ku ew bi zorê debara xwe dikin û bal kişandin ser berpirsyariya desthilatdariya AKP-MHP'ê.
- Endama KJAR’ê Sozdar Zagros bi wesîleya 8’ê Adarê, roja jinan ya cîhanê, bang li hemû jinan kir ku tevlî kampanya “Li dijî kuştina jinê û qirkirina xwezayê; têkoşîn” bibe ku KJAR’ê daye destpêkirin.