ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Serdar Yektaş anî ziman ku êrişên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla bênavber dewam dikin û got, "Hevalên me gihîştine asteke welê ku teknîka dijmin a bejahî û hewayî pûç bike."
- KCK'ê cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir û got, pêşketina civakî ya li Şengalê û îradeya wê ya civakî bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji bo hemû Êzidiyan.
- Koma nû ya Nobeda Azadiyê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir, ku 4'ê Nîsanê şoreşa azadiyê ya jinê ye, jinûve vejîna gelê Kurd e.
- Civaknas Seher Akçinar Bayar bal kişand ser tevgera Kurd ku timî mezin dibe û got, "Aktorekî diyarker e."
- Ne zextên lê dihatin kirin, ne jî çavên wî yên ku nedidîtin nekarî li pêşiya têkoşîna wî bibe asteng. Rençber Ezîz bû wijdanê civaka xwe.
- Kurdên Feylî daxwaza yekrêziya Kurdan dikin û dibêjin; “Bi yekrêziya gelê Kurd em dikarin mafên xwe yên netewî bidest bînin.”