ROJEVA 6'Ê GULANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku piştî banga 27'ê Sibata 2025'an a Rêber Apo li Tirkiyeyê guhertinên girîng çêbûn û got, di asta heyî de ew dixwazin têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê sala dawî gavên dîrokî avêt û got, ji bo serketina pêvajoyê divê her kes bi berpirsyariyê rabe.

Dîrektorê SOHR'ê Rami Abdurrahman ragihand ku HTŞ'ê li herêmên Ereb li dijî Kurdan gelek sûc kirin û bi taybetî işaret bi binpêkirinên li Reqayê kir.

Akademîsyen Davide Grasso: “Ji bo Abdullah Ocalan komun bênîqaş xwedî girîngiyeke hîn esastir e; îdîa dike ku weke motora dîrokê şerê refê yê kevneşopiyê divê weke dualîteya navbera komun û dewletê were îqamekirin.”

Fatma Bostan diyar kir ku li şûna kanalên sivîl sînordarkirina pêvajoya ‘‘Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya di çarçoveya nîqaşên darazî de û dîtina pêvajoyê ya weke ‘aqilê dewletê’ û ‘meseleya manûnemanê’ civak ji nîqaşê dûr xist.

Şêniyên ku li dijî projeya JES'ê ya li Gimgimê tevlî çalakiya nobedê bûn gotin, "Em bi mînakeke piştevanî û têkoşînê ya komînê li vê derê ne. Em ê xaka xwe ji kesî re nehêlin."