ROJEVA 6’Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Rastiya jinê wêdetirî zayendiyê, xwedî hêlên berfireh ên aborî, civakî û siyasî ye. Tevgera azadiya demokratîk û wekhevîxwaz a li ser zanîna jinê, aşkere ye ku di çareserkirina problemên civakî de wê bi rola pêşeng rabe.

-Gerîlayên YJA Starê peyama, “Sala 2022’an wê bibe sala azadiya Rêber Apo, sala azadiya jinê” dan û gotin ne tenê 8’ê Adarê hemû roj li çiyayên Kurdistanê wê bibe roja berxwedan û têkoşînê.

-Endama Konseya Biryargehê ya YJA Starê Hêzil Ozgur got “Tekane rêya ku mirov heq ji hilweşîna aqilê nêr derkeve, aqilê jinê yê wekhevîxwaz, demokrat û azadîxwaz e” û hemû jinên berxwedêr bi wesîleya 8’ê Adarê silav kir.

-Heybet Tekçe ku di gokê de ku weke ‘spora mêran’ tê zanîn hakemtiyê dike, got “Ez vî karî pêşniyazî jinên din jî dikim. Ji ber ku lîstika gokê û hakemtî ne tenê ya meran e. Hemû jinên bixwebawer bi teqezî divê bala xwe bidin vê sporê.

-Li Tûşba û Seraya Wanê şaredariya AKP’ê çopê berhev nake. Gel diyar dike dibe ku di demên pêş de ji ber çopê nexweşî belav bibe.