ROJEVA 5’ê ADARA 2023’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

*Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

*Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

*Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, wê werin şopandin.

*Gerîlayên YJA Starê bi boneya 8’ê Adarê banga xwedî derketina li keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û gotin, “Em ê di xeta Sara, Berîtan û Zîlanan de bimeşin û meşaleya azadiyê geş bikin.”

*Li Agiriyê ku ji serhildanê ta bi niha, bi zanebûn ji paş re tê hiştin, pirsgirêk mezin dibin. Koçberî ji Agiriyê, gelek e, bikaranîna tiryakê zêde dibe. Ciwanên ji Agiriyê, ya koçî derveyê welêt dikin, ya jî dikevin nav tora tiryakê.

*Zehra El-Bedewî ya ku ji dayikbûnê ker û lale, li hemberî zilma çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da û bi xêzkirina êşên gelan bal kişand ser wateya jiyana azad.

*Ji aktîvîstên TJA’yê Servîn Karakoç têkildarî xebatên piştevaniya bi jinên li herêma erdhejê re ku bi wesîleya 8’ê Adarê bi dirûşmeya ‘Piştevaniya Jinan Dide Jiyîn’ hatî destpêkirin, wiha got: “Em li gorî pêwistiyên jinan pakêtan amade dikin û dişînin, herêman.”

*Li gundên Topraktepe û Orenê yên navçeya Doganşehîr û Akçadagê yên Meletiyê ku erdhejê malek saxlem lê ne hiştiye, saziyên dewletê ne diyar in.