ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2022'AN
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed diyar kir ku bi Kongreya Neteweyî wê hevkariya PDK-dewleta Tirk têk biçe û got, "Ruhê neteweyî yê bi kedeke mezin hate afirandin wê êrişên dewleta Tirk û propagandayên PDK-ENKS'ê bişikîne."
- Endama Damezrîner a Platforma Jinê ya Şahmaran Gulîzar Îpeklî got, ji bo siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ku 6 sal in girtî ye û li gel nexweşiyê jî nayê berdan, ew karê xwe dewam dikin.
- Kamûran Hesen Mehdî destnîşan kir ku Berxwedana Bagokê ya 1'ê Nîsana 1988'an mîna Pêngava 15'ê Tebaxê bandor li Rojavayê Kurdistanê kir û helwesta wê demê ya PDK'ê bi bîr xist.