ROJEVA 5’Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Şervanên HPG’ê bang li ciwanen Kurd kirin ku tevlî nav gerîla bibin û gotin, “Em bi hev re ji dijminê dagirker hesab biprsin û ji hêla fizîkî ve Rêbertî azad bikin.”

-Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gulderen Varli got “Jinên Kurd dane ser milê xwe ku li dijî pergalê zîl bidin, biguherînin û pêşengiya geşedanê bikin.”

-Li Wanê ya ku hejarî û bêkarî zêde ye, ciwanên Kurd ku mehkûmî sektora înşeatê bûne, roj bi roj dimirin. Di nav vê meha dawî de li Wanê çar ciwan li ser kar, bi qezaya kar mirin.

­-Wasiyê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç diyar kir politikaya tecrîdê ya ku li dijî hiqûqa navnetewî û qanûnên Tirkiyê jî tê domandin, di bin parastina hêzên komploger de ye.

-Çalakvanên jin li bajarê Kerkûkê ji bo parastina jinan li hemberî şîdet, kuştin û xwekujiyê daxwaza avakirina malên stargehî dikin.