ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrik diyar kir ku demeke watedar e ku damezrandina YPJ'ê di rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de pêk hat û got, 4'ê Nîsanê rojeke serhildanê ye.

- Berdevka Rêxistina Sîwanî ya Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûrê Alkiş got, "Azadiya Rêberê me azadiya jinên Êzidî ye. Em 4'ê Nîsanê ji xwe re weke hebûnê dibînin."

- Rojbûna 73'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li Kurdistanê û Ewropayê bi çalakiyan bê pîrozkirin.

- Parêzer Tamara Brûma diyar kir ku di mijara derxistina PKK'ê ya ji lîsteya 'rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê de, Dîwana Edaletê ya Ewropayê di nava 7 mehan de wê biryarê bide.

- Rojnameya jinê Newaya Jin bi meha Nîsanê de bû 18 salî. Rojnameyê hejmara xwe ya 205'an bi manşeta "Tiştên ku hatine guhertin hene" çap kir.

- Fermandarên YJŞ û YBŞ'ê bi gotina "Tav ti carî di binê ewran de namîne. Her derdikeve û tîrêjên xwe belav dike" fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pênase kirin û 4'ê Nîsanê li gelan pîroz kirin.