ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.
- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin, wê werin şopandin.
- Wê çalakiyên xizmên windayan ên li Tirkiye û Kurdistanê bên şopandin.
- Endamê Meclîsa PJAK’ê Amed Şaho diyar kir ev şoreş bi gotina Jin, Jiyan, Azadî wate li xwe bar kir. Ev sê peyv wateyeke xwe ya felsefî û dîrokî heye. Jin pêşengtiya vê şoreşê dike û ev bi serê xwe peyamekê dide.
- Xebatkara tenduristiyê Meryem Aved a ji Dêrazorê ku ji ber zextên rejîma Baasê û terora DAÎŞ’ê nekarî karê xwe bike, bi Şoreşa Rojava ya Jinan re hem tev li têkoşînê bû hem jî bi serbestî karê xwe dike.
- Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum diyar kir ku pirsgirêkên jinên ku li konbajaran dimînin, divê di gelek aliyan de werin çareserkirin. Gulum anî ziman ku jin bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin û destnîşan kir ku divê di zûtirîn demê de ewlehiya jinan bê dabînkirin.
- Fatma Mihemed ku bi keda xwe ya destan, debara xwe dike, hêdî hêdî dixwaze xwe bigihîne civakê û nas bike.