ROJEVA 4’Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Fermandara Biryargeha YJA Starê Xelat Şemsê diyar kir çi kesê ku dilxwazên azadiyê ne berxwedana jinên Kurd morale wan geş dike û wêrekiyê dide wan û got ‘’Em ji her demê zêdetir nêzîkî azadiyê ne.’’
-Sekretera Giştî yê Partiya BastA Fransîzka Stîer got “Ewropa ji ber berjewendiya aborî PKK’ê di nav ‘lîsteya terorê’ de dihêle” diyar kir ku têkoşîna demokrasiyê nabe ku were terorîzekirin.
-Wan xwe ji bo şahînetên 8’ê Adarê hazir dike. Jinên Wanê 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê saet di navbeyna 10:00’an-17:00’an li Parka Mûsa Anter a Aştiyê, 8’ê Adarê wê pîroz bikin.
-Gelên Rojava, ji bo ku cenazeyên gerîlayên ku di kemîna PDK’ê de şehîd bûbûn bistînin ji 5’ê Cotmehê û wir ve çalakiyan didomînin.