ROJEVA 31'Ê ADARA 2022'AN
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan Fermandarê HPG'ê yê Eyaleta Mêrdînê Hewram Awyer bi bîr anî û got, "Jiyana ku hevalê Hewram di nava tevgera me de 16 salan temsîla wê kir, bangek ji bo her kesî ye. Divê em bi azadiya Kurdistanê û Rêbertî xwedî li bîranîna wî derkevin."
- Li gel qirkirina siyasî û leşkerî ya li Kurdistanê, yek ji polîtîkayên qirkirina civakî, tundî û destavêtina hêzên çekdar ên dewleta Tirk li jinên Kurd e. Ev tundî û êriş dewam dikin.
- Komuna Fîlm a Rojava, li gel êrişan jî ji sala 2015'an û vir ve gelek fîlm çêkir. Komun ji bo bibe zimanê Şoreşa Rojava bênavber dixebite.
- Endamê Komîteya Azadî ji Abdullah Ocalan re Mihemed Bekir diyar kir ku PKK azadiyê ji bo gelan dixwaze û got, "Derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê wê were wateya çareseriya pirsgirêka Kurd, avakirina sîstemeke demokratîk û azad."
- Parêzer û Şarezayê Yasayê Navneteweyî Hejar Kakeyî ragihand dewleta Tirk bi rêya kesên weke Erşed Salihî provakasyonê dike û got, “Pêwîste hikumeta Iraqê li ser vê mijarê bisekine, ji ber ku Erşed Salihî perlementerekê Iraqê ye û ji bo Tirkiyê dixebite.”