ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Enternasyonalîstên ji gelek welatan, di salvegera komploya 15'ê Sibatê de wê îsal ji Frankfurtê bimeşin Saarbruckenê. Meşa ciwanan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê 6'ê Sibatê dest pê bike.
- Rêwîtiya azadiyê ya Brûsk Amed ku ji Parîsê ber bi çiyayên Kurdistanê dest pê kir, li Cîlo weke fermandarekî gerîla bi şehadetê bi dawî bû.
- Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku bi daxuyaniyên têkildarî Ocalan dixwazin manîpulasyonê bikin û got: "Desthilatdarî bi sorkirina neteweperestiyê hewl dide bi tecrîdê li ser lingan bimîne. Heta ku deriyê Îmraliyê venebe, her tişt spekulasyon e."