ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, desthilatdariya ku gavên şênber neavêje û teslîmiyetê ferz dike, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sekinandiye û diyar kir ku ji bo rêvçeûna pêvajoyê rola Rêber Apo û gavên qanûnî şert e.

Parêzer Serhat Çakmak bal kişand ser nîqaşên têkildarî statuya Rêber Apo û got, "Hem muzakerevanê sereke hem jî dîlgirtî nabe; divê xwedî wan mercan be ku li gorî berpirsyariya xwe be."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ji bo xwedîderketina li mîrateya dîrokî ya 1'ê Gulanê bang kir û anî ziman ku roj divê bi perspektîfa sosyalîzma demokratîk bê nirxandin.

Rêwar Awdnan diyar kir ku PJAK hêzeke wekîl an jî milîs nîne, li qada siyasî aktorekî çalak e û got, "Em di navenda pêşketinan de ne. Xwedî bi hezaran kadroyên perwerdekirî û rêxistinkirî ne. Jİ bo parastina gelê xwe em ê hemû hêza xwe bi kar bînin.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk anî ziman ku zextên li ser muxalefeta li Tirkiyeyê giran bûye û destnîşan kir ku divê darvekirin tavilê bê rawestandin.