ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît destnîşan kir ku 'Mafê hêviyê' divê tavilê bi cih bê anîn û ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadiyê' ya 4'ê Çileyê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir.

Di ser qetilkirina 34 sivîlan a bi balafirên şer de ku 19 ji wan zarok bûn, 14 sal derbas bûn. Berpirsyarên komkujiyê hîn jî nehatine darizandin. Malbatan li ser gorên xizmên xwe ew bi bîr anîn û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin.

Endama Fermedariya Giştî ya QSD û YPJ’ê şehîdên şoreşê bi bîr anîn û ji bo tevahiya gelan hêviyên xwe yên jiyaneke azad û demokratîk ji bo sala nû anîn ziman

Di nava salekê de ku HTŞ'ê Şam bi dest xist, di êrişên li ser Elewiyan de zêdeyî du hezar kes hatin kuştin; revandina jin û zarokan, destavêtin û zewicandina bi zorê zêde bûn.

Nivîskarê lêkolîner Nîdal Hawarî anî ziman ku kokujiyên li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê bi rêk û pêk bûne û got, rawestandina van komkujiyan tenê bi piştevaniya gelan û sîstemeke nenavendî û federal dibe.

Rêwîtiya me ya deh rojan a li Girê Sîserê bedewiya bêhempa ya xwezayê û jiyana gerîla ya bi zor û zehmetiyan hûnandî radixe pêş çavan. Daristanên zerbûyî, pala çiyê ya ji kevirên lav û şikeftan nîşaneya têkiliya çiyê û gerîla diyar dike.