ROJEVA 30'Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevserokatiya Serokatiya Giştî ya KCK'ê diyar kir ku 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd bû mizgînî ku xwe ji nû ve bigihîne hebûna xwe û bang li her kesî kir, ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.

- Endamên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) dest bi 'Nobeda Azadiyê' kirin û gotin, tecrîd li Îmraliyê hate destpêkirin û li ser tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin. Endamên HBDH'ê ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir.

- Berdevka Jineolojiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hena Davûd anî ziman ku Jineolojiyê di mijarên siyaset, aborî, dîplomasî, perwerdeyê de xwe bi rêxistin kiriye û got, "Bi rêya komun, meclîs, zanîngeh û medyayê me xwe gihand jinan."

- Endama Koordînasyona Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn Fewaze Mihemed, li dijî zîhniyeta serweriya mêr û zexta qirkirina çandê bal kişand ser girîngiya karê çand û hunerê û rêxistiniya bi pêşengiya jinê.

- Endamê 'Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re' Ferzende Mûnzûr anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd têkoşîneke girîng tê meşandin, lê têrê nake û got, "Divê têkoşîna me hîn berfireh û piralî be."

- Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken ku qeyûm li şûna wê hatiye danîn, wiha axivî "Em hatin girtin, li malê hatin asêkirin, dadgeh hîn dewam dike lê em timî bi gelê xwe re ne. Dibe ku qeyûman bixin avahiyan, lê belê nikarin li ser îradeya gel ferz bikin."