ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Jinên Êzidî piştî ku felsefeya PKK'ê nas kirin, gelekî zû û bi bandor guherîn. Bi rêya komxebatekê xwestin ku jinên Ereb jî bikin hevparê vê serketinê. Dîwarê di navbera xwe de hilweşandin.
- Polîtîkayên zextên yên hikumeta Iraqê yên li ser Şengalê dewam dikin. Xelkê Şengalê dibêje, hebûna artêşa Iraqê ya li Şengalê, aramiya bajêr xera dike.
- Mamosteyê dibistana seretayî Simon Hotz ku bi nasnameya xwe ya hunermendiyê tê naskirin, diyar kir ku PKK bi rengekî şaş ji raya giştî ya Ewropayê re hatiye vegotin û got, "Yên ku morha 'terorê' li PKK'ê xistine, hewldane rastiya PKK'ê ya ku tevgereke demokratîk, femînîst û antî kapîtalîst e, binixumînin."
- Ji Însiyatîfa Xwendekarên Azad Ozgur Abul anî ziman ku qirkirina çandî dewam dike û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê xwedî li zimanê Kurdî bê derketin.
- Ji Serkirdeyên YNK’ê Bilêse Cebar Ferman bal kişand ser girîngiya derxistina PKK’ê ya ji 'lîsteya terorê' got: "Ji destpêkê ve biryara DYE û Ewropa ya xistina PKK’ê li nava lîsteya terorê şaştî bû."