ROJEVA 3'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn got, xelkê Rojhilatê Kurdistanê hebûna xwe di hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dibîne û bi bîr xist, ku PJAK 19 sal in li ser xeta neteweyî û Apoyî têdikoşe.

- Loma Mehmûd Hisên û hevjînê wê Îsmaîl Ferho qala dîtina Rêberê Gelê Kurd kirin û gotin, "Mirov pêl bi pêl dihatin gel Rêbertî. Ji Şamê heta Lubnanê ji otobusan rêzên dirêj çêbûbûn. Vî dîmenî hesta azadiya Kurdistanê dida mirovan."

- Dayika Necat tevî ku 67 salî ye, 7 sal in xaka xwe diparêze. Dayika Necat got, "Parastin ne tenê erka zarokên me ye, di heman demê de karê me dayikan e."

- Enternasyonalîstê Îrlandayî Aşitî Rebin destnîşan kir ku têkoşîna li Kurdistanê ji bo tevahiya cîhanê ye.

- Şagirtên Atolyeya Hunerên Destan a Şehîd Delîla tevlî pêşangeha 4'ê Nîsanê bûn û berhemên wan ên li ser jin, civak û xwezayê gelekî bal kişand.

- Jinên Ereb ên gundê Hesewîkê yê Şengalê bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan şitil danîn û diyar kirin ku bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan jiyana azad nas kirin.