ROJEVA 3'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bêne şopandin.

- Erdheja li Kurdistanê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan kir ku Konfederalîzma Demokratîk formulasyona şêweyê jiyaneke bi rûmet û xweparastî ye.

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampanya îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ji 22'ê Çileyê û vir ve zêdeyî 800 hezar îmze hatine komkirin.

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşê re jinên Kurd, Ermen, Ereb, Asûrî û Tirkmen hîn bêhtir bi wateya 8'ê Adarê hesiyan û bi hev re pîroz dikin.

- Aktîvîstên TJA'yê ku di roja destpêkê ya erdhejê de çûn herêmê û dest bi kar kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatên koç bûne dibin alîkar.

- Hejmara 494'an a rojnameya Serxwebûnê bi manşeta "Berxwedana esîl a mirov a ji sînorên cih û dem wêdetir" hate weşandin.