ROJEVA 3’Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
-Endama Konseya Biryargeha YJA Starê Batûfa Çekdar diyar kir hêza gerîlayên azadiyê heye ku dijmin bişkînin û got, “Em ê berxwedana xwe geştir bikin û serfiraz bikin.”
-Ji Koordînayona Kongra Starê Rîhan Loqo ji bo 8’ê Adarê bang kir û got, “8’ê Adarê em bang li hemû jinan dikin ku xwe berdin qadan. Em jnên ku bi vîna xwe ya azad têdikoşin divê em ji cîhanê re ragînin ku em ê bi ser bikevin.”
-Dr. Îsmet Konak diyar kir ku şerê niha yê Rûsya û Ûkraynayê şerê hegemonyayê ya di navbera NATO û Rûsyayê de ye.
-Endama Platforma Jinan a Dêrsimê Nûrşat Yeşîl anî ziman ku dem hatiye dîwarên mirinê, tirs, zext û tundiyê hilweşînin û bibin yek. Yeşîl, bang li jinan kir ku qadên têkoşînê tijî bikin.
-Jiyana Besê Anûş ku yek ji şehîda pêşî ya gerîlayên jin a Tevgera Azadiya Kurdistanê bû roman. Romana biyografik a li ser Anûş çap bû.
-Hejmara Sibatê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta ‘Berxwedana li hemberî komployê wê pêşiya rêya jiyana azad veke’ derket.