ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Cemal Şerîk şehîd Berfîn Nûrhaq di salvegera 4'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî û got, "Di nava gel de hin mirov hene ku bi pêşdîtina xwe rê nîşan didin. Hevala Berfîn bi rastî jî miroveke zana bû."

Fermandar QSD û YPJ'ê Sozdar Hecî diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê hevsengiyên li Sûriyeyê guherîn û got, Peymana 10'ê Adarê bersiva li daxwazên gelan e, lê belê hîn xalên wê bi cih nehatine anîn.

Parlamenterê Partiya DEVA'yê Mehmet Emîn Ekmen anî ziman k pêvajo ji çareseriyeke berfireh wêdetir giraniyê dide ser bêdengkirina çekan û destnîşan kir ku ya ji niha û pê ve girîng zemîna siyasî ya li ser bingeha hiqûq, edalet û demokrasiyê ye.

Dayika Hêza ya ku di êrişa dewleta Tirk a li ser Bendava Tişrînê de şehîd bû Zelîxa Mihemed got, keça wê di ber xak û ava xwe de canê xwe feda kir û bi wêrekî û fedakariya xwe ji nifşên nû re wê bibe mînak.

2025 ku ji aliyê hikumetê ve bi îlana 'Sala Malbatê' destpê kir, ji bo jinan bi tundî, xizaniya giran, bêcezahiştin û desteserkirina mafan derbas bû.