ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên ji bo astengkirina kampanya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Êdî çi dikin bila bikin, wê nikaribin li pêşiya azadiya Rêber Apo bibin asteng."
- Hate tespîtkirin ku artêşa Tirk di 6 mehên destpêkê yên şerê li Metîna, Avaşîn û Zapê de 323 caran çekên kîmyewî bi kar anî. Leşkerên Tirk her ku nekarî encamê bi dest bixe, cûre û rêjeya kîmyasalê guhert. Her wiha gazên bi ‘bêhna xweş’ bi kar anî.
- Alîkarê Hevserokên HDP'ê Tûncer Bakirhan diyar kir ku li gel zext, girtin, dozên girtin û êrişên nijadperest nekarîn pêşî li HDP'ê bigirin û got, "2022 wê bibe bihara gelên me."
- Nobeda Azadiyê ku 10 sal in li qadeke navbera saziyên Ewropayê de tê lidarxistin, vê hefteyê bi endamên Komîteya Têkiliyên Derve ya KCDK-E'yê dewam dike.