ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Çekên termobarîk ên ku wekî bi navê bombeya vakûmê tên naskirin û li gorî Peymana Cenevreyê bikaranîna wan qedexe ye li Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker tê bikaranîn.

-Li hemberî êrîşên ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî kiriye, wê li gelek bajarên Kurdistan û Ewropayê çalakî werin lidarxistin.

-Bedran Çiya Kurd diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ber bi herêmên di bin dagirkeriyê de tên şandin û tê xwestin ku ev çete li hemberî QSD’ê şer bikin û got “Ev senaryo wekî parçeyekî peymana di navbera Enqere û Şamê de ye.”

-Fermandara YJA Starê Batûfa Çekdar diyar kir ku li hemberî êrîşên dagirker ew li ser xeta Bêrîtanê li ber xwe didin û got “Heta ku YJA Star hebe wê dijminên Kurdan bi ser nekevin.”

-Mehmet Altûn ê ku ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetil kiribû dema polîs bi wî re diaxive, ev qeydên axaftinê ketin dosyeya dadgehê. Di qeydan de tê dîtin polîs culhet dide kujer û li daxwazên wî dipirse.

-Dr. Osman Şêx diyar kir OPCW di warê lêkolîna çekên kîmyewî de peywira xwe bi cih nayne û divê bijîşk jî helwesteke tund nîşan bidin û piştî lêkolînê encamên wê bi raya giştî re par ve bikin.