ROJEVA 29'Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.

- Berpirsyarê Projeyan a Sîstema Rêveberiyê ya Mûsilê Faris Cuweycatî bi bîr xist ku xala 125'an a Destûra Bingehîn a Iraqê rê dide xwerêveberiya Şengalê û got, "Xelkê Şengalê ji her kesî baştir zane ku çareseriya ji bo wan çi ye. Xweserî mafê civaka Êzidî ye."

- Swêdê ji welatiyên xwe xwest ku neçin herêmên li ser sînorê Sûriye û Iraqê yên Tirkiyeyê. Balkêş e ku ev hişyariya wezaretê piştî wan nûçeyan hate dayin, ku tê gotin PDK û dewleta Tirk wê 15'ê Nîsanê dest bi êrişê bikin.

- Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweser û Ekolojî ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Omer diyar kir ku li gel zor û zehmetiyan jî ew hewl didin ku sîstema xwe bidin rûniştandin, lê belê pêwîstî bi demê re heye.

- Şêniyên Kobanê li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û gotin, "Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bibe em ê têkoşîna xwe xurtir bikin. Ji ber ku Rêbertî ji bo me xeta sor e."

- Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan ragihand ku israra burokrasiya dewletê ya di şer de, bi Tirkiyeyê dide windakirin û got, "Aştiya Kurd wê bi Tirkiyeyê jî bide qezençkirin."

- Di demekê de artêşa Tirk a li ber gerîla derbên giran dixwe, bi rêya Parastinê dixwaze agahiyan li ser gerîla û tevgerên wan bigire û gerîla tesfiye bike. Di vê çarçoveyê de Parastin weke baskek yê MÎT’ê kar dike.