ROJEVA 28'Ê SIBATA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Derkete holê di lêpirsînê de ya piştî kuştina Palme, lîsteya bê ka wê kîjan PKK’yî bêne girtin, îstîxbarata Tirk daye. Li gorî raporên veşartî yên îstîxbarata Elmanyaya Rojhilat jî di kampanyaya reşkirina PKK’ê de PDK jî bi rola xwe rabûye.

- Konseya Biryargeha YJA Starê bi gotina “Peywira me ya YJA Starê ev e ku sala 2022’an berxwedan were serfirazîkirin” û hate diyarkirin ji serfiraziyê pê ve ti rêyeke dî nas nakin.

-Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad a serdana Şengalê kir diyar kir Şengal birîneke netewî ye, birîna tevahî gelê me ye û got,“Divê her kes bi vê birînê bihese û pê biêşe. Ev êş ya me tevan e. Xwedî lê derkevin ku rê nedin dewleta Tirk ku êrîşan bike.”