ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya NPG'ê Amed Malazgîrt destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla wê ti carî bi ser nekevin û got, "Gerîlayên Kurd, ewladên Kurdistanê wê ti carî serî li ber dijmin netewînin."

- Hevseroka PJAK'ê Zîlan Vejîn diyar kir ku cenga li Zap û Avaşînê li dijî dagirkeriyê tê meşandin cenga Kurdan hemûyan e, lewma divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne. Zîlan Vejîn destnîşan kir ku wê Peymana Lozanê di sedsaliya wê de têk bibin.

- Qeyûmê li Geverê Bazara Gel bi 11 milyon û 900 hezar lîreyî firot, ku ev bajar di dema Şaredariya HDP'î de hate avakirin û milkê şaredariyê ye.

- Li Kolombiyayê 10 leşkerên teqawîtbûyî li xwe mikur hatin ku di navbera salên 2007 û 2008'an de 120 ciwan bi rengekî bêrehm qetil kirin û piştre jî mîna gerîla ne nîşan dan.

- Jinên Kerkûkî dagirkeriya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê şermezar kirin û gotin: "PDK ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hevkariya bi Tirkiyeyê re dike. Ji ber PDK’ê zirareke mezin digihêje doza Kurdan. Qurbaniyên destpêkê yên dagirkeriyê, jin e."

- Gola Sawa ya li Iraqê ku heta salên 1990'î gelek kesî serdana wê dikirin, ji ber kolandina bîran ên qaçax û ziwatiyê êdî nema ye.

- Fona Zarokan û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (UNICEF) a ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di nava du mehên destpêkê yên salê de nexweşiyên sorikê bi asta ji sedî 80'î zêde bûne.