ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirker ên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- 2021 bû saleke welê ku dewleta Tirk giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî. Piştî Garê, li Metîna, Avaşîn û Zapê jî çek/gazên kîmyewî ji bo dewleta Tirk a dagirker bû amûra herî girîng a şer.
- Rewşa giran a aborî li Sûriyeyê bûye mijar û pirsgirêka sereke ya gel û pêkhateyan. Pêwîstiyên sereke yên ji bo debarê êdî bi zehmetî bi dest dikevin.
- Gerîlayên HPG'ê Delîl Amed û Şaho Qendîl ên tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Zapê bûn, diyar kirin ku artêşa Tirk her roj derbê ji gerîla dixwe û gotin, heta ku leşkerên dijmin ji Kurdistanê bêne derxistin wê li ber xwe bidin.
- Li Îranê ku ji 31 eyaletan pêk tê, li gorî daneyan di nava salekê de tenê li 2 eyaletan 2 hezar û 400 zarok hatin zewicandin.
- KNK'ê ji bo serpîskopos Desmond Tûtû peyama sersaxiyê weşand û diyar kir ku ji ber tevkariya xwe ya li doza gelê Kurd wê timî minetdarê wî bin. Her wiha wê li ser şopa têkoşîna wî ya gerdûnî ya li dijî zext û nijadperestiyê bin.